Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrî li Cisr El Shugr Destbi Operasyonan Dike


Artêşa Sûrî li Cisr El Shugr Destbi Operasyonan Dike
Artêşa Sûrî li Cisr El Shugr Destbi Operasyonan Dike

Televîzyona dewletê ya Sûrî dibêje, artêşê li bajarokê Cisr El Shugr destbi operasyonan kirine, bona jinûve dabînkirina ewlehîyê.

Televîzyona dewletê dibêje, artêşê li ser daxwazîya rûniştvanên bajêr, ketiye Cisr El Shugr da ku çeteyên çekdar ku 120 personelên ewlekarîyê kuştin, desteser bike.

Rûniştvanên bajêr waxtekî zûtir yê vê heftê ragihandibû ku leşkerên dilsozî rejîma Sûrî teqe li leşkerên ku derbazî hêla serhildayan bibûn kirîbûn.

Dîdevan dibêjin, hêzên artêşê di Pencşemê bi tankan dora bajêr pêçandibû, lê bizavkar dibêjin, piranîya 50.000 rûnîştîyên Cisr El Shugr berî destpêbûna operasyonê revîyabûn û çûbûn Tirkîyê.

Bi alîyekî din ve, bizavkarên demokrasîxwaz careke din banga xwepêşandanan nû yên li dijî hikûmeta Beşar Esed kir.

Rêxistinên mafê mirovan dibêjin, ji destpêbûna xwepêşandanan vir ve, bêtirî 1100 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin û zêdeyî 10.000 kesên din jî, bi lêdan û êşkenceyê hatine binçav kirin.

XS
SM
MD
LG