Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

90 Kes li Bajarekî Bitenê li Sûrîyê Hatin Kuştin


SYRIA
SYRIA

Tîmeke çavdêrên Neteweyên Yekbûyî gihişte gundê Hûle li Sûrîyê, cihê çalakvan dibêjin êrîşên hikûmetê bi kêmanî ve 90 kes kuştine, 25 ji wan zarok in.

Êrîş agirbesta navbera hikûmet û opozisyonê bêkêr dike ku berî şeş hefteyan ji alîyê nûnerê navnetewî Kofî Annan ve hatibû lidar xistin.

Çavdêr roja Şemîyê gihiştin deverê. Berî wê, Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan gote Dengê Amerîka ku êrîşên hikûmetê hiştin ku rûniştvan ji malên xwe birevin. Heman tişt li Şama paytext jî dubare bû.

Ajansa nûçeyan ya Fransî dibêje, Encûmena Niştimanî ya Sûrî bang li Civata Ewlekarîyê ya NY kir bo civîneke awarte Şemîyê lidar bixe jibo tundûtûjîya kujer eşkere bike.

Roja Înê, Sekretêrê NY Ban Ki-moon got, tepeserkirina hikûmetê bûye encama ku herdu alîyên nakokîyê mafên mirovan binpê bikin.

Di raporekê de jibo Civata Ewlekarîyê, Birêz Ban got ku hebûna çavdêrên bêçek yên NY di destpêkê de bi encam bû, lê bi giştî asta tundûtûjîyê li seranserî welat bilind ma.

XS
SM
MD
LG