Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibêje Rejîma Îranê Gelê Xwe Diçewisîne

Peyvdara Wezareta Derve a Amerîka, derbarê xwepêşandnên li Îranê daxuyanî da û got ku serok Donald Trump ser rewşa li Îranê zelal gotîye: “Eger Îran li hember xwenîşanderan tundîyê bikar bîne, dê Amerîka bi awayekî gelek tund derbeyan li wan bixin.

Peyvdarê got, xwepêşandan hêrsa têgihîştî ya gelê Îranê li hember têkçûn û behaneyên hikûmeta Tehranê nîşan didin li şûna ku jiyanek çêtir ji wan re peyda bikin.

Peyvdar dibêje, bi deh salan e, rejîma Îranê aborîya wî welatî, çandinî, samanên av û elektrîkê paşguh xistine û bi mîlyaran samanên wî welatî li ser grûpên xwe yên terorîst li herêmê û lêgerînên çekên navokî xerc kirine, di heman demê de gelê xwe tepeser dike.

Herwiha dibêje, rejîma Îranê li çaraliyê cîhanê piştgirîya terorîzmê dike û gelên xwe diçewisîne, ên ku daxwaza jiyanek baştir dikin û hêjayî jiyanek baştir in.

Nêzîkî du hefteyan e, ku pêleke nû ya xwepêşandanan li Tehrana paytext û bajarên din ên Îranê li dijî rejîma Komara Îslamî dest pê kirîye. Di encamê de heta niha bi dehan kes hatine kuştin û birîndarkirin.

XS
SM
MD
LG