Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrî bi Dehan Bajarojên Helebê Kontrol Dike


Leşkerên artêşa Sûrî li Helebê 16/02/2020
Leşkerên artêşa Sûrî li Helebê 16/02/2020

Artêşa Sûrî îro Duşemê ragihand ku hêzên wê bi dehan bajarokên li bakurê rojavayê Helebê kontrol kirine.

Artêşa Sûrî bal kişand ku ewê operasyona paqijkirina komên çekdar ji herêmê bidomîne.

Pêşdeçûna hêzên serokê Sûrî Beşar Esad di vê demê de tê ku komên çekdar ji otobana M5 ya stratejîk hatin derxistin ku Helebê bi paytext Şamê ve girêdide.

Hêzên hikûmetê bi piştgirîya êrîşên esmanî yên Rûsî, ji destpêka vê salê vir ve hewil didan ku gundewarên Helebê ji çekdarên serhilda paqij bikin.

Artêşa Sûrî operasyonên xwe li Îdliba cîran ji didomînin ku cîhê dawî ya di destê komên çekdar yên dijî Esad de ye.

Jêderên xwecîhî ji Reutersê re got ku êrîşên esmanî îro Darat Îzza ya nêzî sînorê ku 30 km bakurê bajarê Helebê ye, kir armanc. Di encama êrîşan de jimareke sivîl birîndar bûn û du nexweşxane neçar man ku karê xwe bisekinînin.

XS
SM
MD
LG