Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Asad: DAIŞ'iyên di Dest HSD'ê Dane Dê li Gor Yasa Dewleta Sûrî Bihên Dadgeh Kirin


Beşar Asad serokê Sûriyê li gel leşkerên artêşa Sûrî

Serokê Sûriyê Beşar Asad di hevpeyvînekê de ya roja Çarşemê got, endamên DAIŞê yên li Sûrîyê girtîne dê li dadgehên herêmî yên Sûriyê bi tawana terorê bihên dadgeh kirin.

Asad di axiftineke xwe ya bo Paris Match de, ku jê hat pirsîn kanê çarenivîsa hezaran girtiyên DAIŞê yên di dest Kurdan û Hêzên Sûriya Demokrat de di girtîne dê çi be?

Asad got"Her terorîstekê girtî li herêmên di bin kontrola dewletê de, dê li gor yasaya dewleta Sûriyê bihê dadgeh kirin."

Hêzên Sûriya Demokrat HSD'e, ya ku ji aliyê Amerîka ve tê piştevanî kirin û meha Adara bûrî DAIŞ jinav bir bû û zêdetirî 10,000 endamên DAIŞê di dest dane û ji wana zêdetirî 2,000 çekdarên wê rêxistinê êxsîr kirbûn. Lê Amerîka pişta xwe dabû Kurdan, ew neçar man berê xwe da Asad û Rûsîya, hefteyên bûrî hêzên rejîma Sûrî û yên Rûsîya hatin hin herêman ku berî niha li jêr kontrola Kurdan de bûn.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG