Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ciwan Îbrahîm: Ajandayên Siyasî li Paş Êrîşên Til Temirê Hene


Bajarokê Til Temir rastî sê peqînên bihêz bû ku di encama wan de bêtir ji 20 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Dengê Amerîka di şopandina vê bûyerê de, hevpeyvînek bi Rêvebirê Giştî yê Asayîşa Rojavayê Kurdistanê, Ciwan Îbrahîm re kir da ku hûrbîniyên vê bûyerê hîn bibe.

Îbrahîm anî ziman ku girêdana van teqînan bi her du kombûnê rikeberiya Sûrî yên Riyad û Dêrikê heye.

"Ajandayên siyasî li paş van teqînan hene, bi taybetî piştî her du kombûnên rikeberiyê, da ku aloziyên siyasî li herêmê gûr bikin."

Îbrahîm li ser rewşa Til Temir jî dibêje, derdora bajêr ji aliyê Asayîş û YPG ve hatiye dorpêç kirin û vekolîna Asayîşê ya ser bûyerê berdewam dike."

Hevpeyvîna Ciwan Îbrahîm-LA-12-11
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:42 0:00

XS
SM
MD
LG