Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsê PYD'ê: Rejîm Naxwaze Kurd Bibin Hêzeke Xurt


Kurdên Efrînê di rêdeçûnekê de bi al û rengên Kurdan xuya dibin
Kurdên Efrînê di rêdeçûnekê de bi al û rengên Kurdan xuya dibin
Di hevpeyvîneke Dengê Amerîka de, Berpirsê Rêxistina Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) li Ewropa, Abdulselam Mustafa derbarê rewşa dawî li Heleb û bajarên din yên Kurdan dinirxîne.

Birêz Mustafa dibêje, rejîma Esed di demên dawî de, bi alîkarîya Îran û Hîzbullah, hêza xwe berhev kirîye û deverên ku berê di destê serhidayan de bû, jinûve dixe bin kontrola xwe.
Berpirsê PYD’ê dide zanîn ku hêzên rejîmê li Helebê bi awayekî hovane êrîşî Kurdan dike ku wan ji wî bajarî derxe û taxên Kurdan vala bike.

Abdulselam Mustafa bal dikşîne ser helwesta rejîma Esed eger ku naxwaze Kurd bibin hezeke xurt. “Niha rejîm girîngîya xwe dide Qamişlo çimkî bi rêya wî bajarî hem Kurdan hem jî sînora Tirkîyê kontrol bike. Loma jî hazirî heye ku Qamişli bike wilayet.”

Berpirsê PYD’ê li Ewropa li ser pêvajoya aştîyê ya li Tirkîyê jî dibêje, “li Bakurê Kurdistanê hêza PKK giheştibû astekê ku êdî Tirk nikaribin hêza wê têk bibe û bişkene. Loma jî giheşt nerînekê ku ev problem ne bi rêyên leşkerî lê bi bi rêbazên sîyasî çareser bike.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:21 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG