Serokê Afganistanê Aşref Ghanî dawiya agirbesta yekalî ya hikûmetê ragihand û ferman da hêzan ji bo jinûvedestpêkirina operasyonan li seranserî welêt.
Ghanî îro Şemiyê di konferanseka rojnamevanî de got hikûmetê banga xelkê ya aştiyê pejirand û niha divê êdî tevgera Talîbanê vê yekê bide ber çavan.
Tevgera Talîbanê bi awakî cuda agirbestek ji bo cejna Remezanê ragihandibû.
Ew yekem agirbest bû di şerê tund ê 17 salan de û herdû akiyan jî bi şahiyên hevbeş ji şer dûr ketibûn.
Li seranserî Afganistanê endamên Talîban û hêzên hikûmetê bi hev re hatin dîtin û li hin cihan wan wêneyên Selfî yên pîrozkirina cejnê digirtin.