Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevjîna Serokê Sûriyê Dibêje Ew ji Nexweşiya Penceşêrê Rizgar Bûye


Xania yekem a Sûriyê Esmaa Esed
Xania yekem a Sûriyê Esmaa Esed

Hevjîna serokê Sûriyê dibêje piştî salekê ji nexweşiya penceşêrê, ew niha bi temamî ji nexweşiyê rizgar bûye.

Esmaa Esed, ku di sala 1975an de jidayîk bû ye, ji raya giştî re nexweşiya xwe penceşêrê ya memikan ragihand ku kêm caran li welatên Ereb serkirdeyên navdar nûçeyên nexweşiyên xwe radigihînin.

Ew li gel hevjînê xwe Beşar Esed li nexweşxaneyeke leşkerî diyar bû. Wê bi porê nixamtî çalakiyên xwe berdewamkirin.

Di dîdareke tilfizyonî de ku derengî Şemiyê hate belavkirin, Esmaa ya ku porekî zer û kin dabû sere xwe, handeriya jinan kir ku bi awakî berdewam xwe taqî bikin.

Esmaa û Beşar Esed xwe wek serkirdeyên modern û pêşverû nîşan didin, tevî ku Sûriyê di dema serokatiya wan de derbasî şerekî navxweyî yê demdirêj bûye.

XS
SM
MD
LG