Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Deng Û Reng: Aso Cebar: Xerîbî Gelek Dijwar E


Mêvanê bernama Deng û Reng, nivîskar û rojnamevan Aso Cebar e, yek ji karmendên Beşê Kurdî yê Dengê Amerîka ye.

Aso di heman demê de di warê mafên mirovan û tundûtûjiya olî û karîgeriya wê li ser civaka sivîl de karê nîvîsîn û lêkolînan dike.

Aso di sala 1973'an li bajarê Sulêmaniyê ji dayik bû û di sala 1998'an de derbasî Peymangeha Tenduristiya Komel bû û di sala 2003'an de xendina xwe bidawî kir.

Aso Cebar
Aso Cebar

​Guhdana Aso bi çand û hunera kurdî bû, ji ber wê berê xwe da nivîsandina helbestan û di sala 1998'an de dîwana xwe ya yekem bi navê (Mûsafir û Cavriya Newresekî) li Sulêmaniyê.

Di sala 2005'an de, dîwana xwe ye dûyem çap kir bi navê ( Xurbet Firîn) ku ji aliyê wezareta rewşenbîrî hatibû çapkirin.

Ji aliyekî din ve, Aso mijûlî lêkolînan bû di warê kêşeyên civakî û siyasî, ku di derbarî wan de çend pirtûk çap kiriye.

Aso Cebar
Aso Cebar

Ji sala 1998 an ta 2003an ve, li dezgeha Serdem ya rewşenbî kar kir.

Ji sala 2010'an Aso tevî malbata xwe, li Amerîka bicî bûye û ji sala 2015'an de li Dengê Amerîka kar dike.

Hîna çavê Aso li welêt e û xemgîniya dûrbûnê hîlna xwe di dilê wî de çêkiriye.

Çend berhemên xwe amade kiriye û ew li ber çapê ne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:20:42 0:00

XS
SM
MD
LG