Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Esmanî yên Hikûmeta Esad 27 Kes li Nêzîkî Şamê Kuştin


Bizavkarên Sûrî dibêjin, di encama êrîşên esmanî yên hikûmeta Sûrî de herî kêm 27 kes li nêzîkî paytaxt Şam hatin kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên (SOHR) mirovan ragihand ku êrîşên esmanî çend bajarokên li herêma Ghouta ya Rojhilat kirin armanc û bi kêmî ve 120 kesên din jî birîndar bûn.

Êrîşên esmanî, piştî êrîşên hawanî yên serhildayan hatin ku li gor SOHR 1 kes tê de hat kuştin, 20 kesên din jî birîndar bûn.

Ajansa SANA ya dewleta Sûrî ragihand ku “terorîstan” ew êrîşên roketan û hawanan pêk anîn û 5 sîvîl kuştin.

SANA îdia kir ku 55 kesên sîvîl jî di wan êrîşan de hatin birîndar kirin.

XS
SM
MD
LG