Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrî Operasyoneke Nû li Dijî Serhildayan Pêk tîne


Di wê wêneya arşîvê de firokeke hikûmeta Sûrî herêmên bin kontrola serhildayan bomberan dike
Di wê wêneya arşîvê de firokeke hikûmeta Sûrî herêmên bin kontrola serhildayan bomberan dike

Artêşa Sûrî îro Duşemê bombebaraneke mezin li ser herêma Rastan ya bin kontrola serhildayan destpê kir.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên mirovan (SOHR) ragihand ku artêşa Sûrî di operasyonên ser herêma navbera Hums û Hama de, êrîşên esmanî û yên topî bi kar anîn.

“Pirtir ji 140 êrêşên esmanî yên hêzên hikûmetê li bajarokê Rastan ya navbera Hums û Hama û gundên derdora wê xistin û topbarana berdewam jî heman cîhan kirin armanc”, SOHR ragihand.

SOHR bal kişand ku ew herêm cîhê herî şenîbar ya dorpêçkirî ya bin kontrola serhildayan e.

SOHR da zanîn ku berî destpêbûna operasyonê, hêzên piştevan yên hikûmetê giheştin herêma Rastan ku piştgirî bidin hêzên heyî.

XS
SM
MD
LG