Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya: Julian Assange Xwediyê WikiLeaks Hat Girtin


Girtina Assange - London
Girtina Assange - London

Ajansa Reuters ji London ragihand ku polîsê Brîtanya roja Pêncşemê xwedî û danerê WikiLeaks Julian Assange ji baloyzxana Ecuador derxistîye û ew girtîye, yê ku nêzîkî 7 salane li wêderê xwe asê kirbû.

Julian Assange ji aliyê welatê Swêd ve tê xwestin, ew bi tawana destdirêjya seksî hatîye tawanbar kirin û dadgerîya Swêd dixwaze lêprsînê li dij wî bide destpêkirin.

Polîsê London daxûyaniyek derbarê girtina Julian Assange de weşand û di daxûyaniyê de tê gotin ku" Julian Assange yê 47 salî, Îro Pêncşemê 11 Nîsanê hate girtin, saziya polîsê Metropolan (MPS) ew li baloyzxaneya Ecuador girtiîye."

Polîs dide zanîn ku "Assange hat girtin piştî ku Balyozê Ecuador ew bang kirî bi behaneya daxwaza wî ya mafê penaberîyê ji aliyê hikûmeta Ecuadorî ve".

Piştî desteserkirinê Assange hatîye veguhastin bo girtîgehekê li navenda London, paşan dê jibo dadgeha Westminster Magistrate ête veguhastin.

Assange sala 2012an xwe avêt bû avahiyê balyozxana welatê Ecuador ya li London û daxwaza mafê penaberiyê kir bû, da ku jibo welatê Swêd ne ête şandin, ew tê xwestin bo lêpîrsîna derbarê tawana destdirêjîya seksî.

XS
SM
MD
LG