Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Bizavên Xwe Didomîne ku 21 Aştîparêzên Fîlîpînî Werin Berdan


Neteweyên Yekbûyî bizavên xwe didomîne ku 21 aştîparêzên Fîlîpînî werine azad kirin, lê heta niha ti nîşaneya pêşketinê tuneye.

21 Hêzên aştîparêz yên Fîlîpînî beşeke hêzeke zerevanîyê ya Neteweyên Yekbûyî ye ku navbera Îsraîl û Girên Golan'ê nobedarî dikin.

Hêzên aştîparêz yên Fîlîpînî roja Çarşemê ji alîyê serhildayên Sûrî ve hatibûn dester kirin ku ji xwe re dibêjin “Şehîdên Yarmuk”.

Karbidestên Neteweyên Yekbûyî bi qumandarên serhildayan re danûstandinan dikin ku aştîparêzên girtî werine berdan.

Serhilda daxwaz dikin ku hêzên hikûmeta Sûrî ji herêmê derkevin, lê Serokê Sûrî Beşar Esed heta niha ti daxuyanî li ser mijarê neda.

Fîlîpîn gruba serhildayên Sûrî bi tundî şermezar kiribû û ew kiryar wek binpêkirina qanûnên navneteweyî nav kiribû.
XS
SM
MD
LG