Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêkolînên Amerîkî Dibêjin ku Karanîna Vaksîna AstraZeneca Ewle Ye


Vaksîna AstraZeneca ya COVID-19
Vaksîna AstraZeneca ya COVID-19

Vaksîna AstraZeneca ya vîrusa korona îro Duşemê piştî ku pêzanînên testên ceribandinên berfireh nîşan da ku ewledar û bibandor e, piştgirîyekî mezin bidest xist.

Ev encamên erenî karanîna vaksîna AstraZeneca li welatên Asyayê zûtir dike ku rê liber destûra karanîna rewşa awarte ya li Amerîka jî vedike.

Testên ceribandinên li Amerîka, Şîlî û Peruyê nîşan da ku vaksîn dijî nexweşîya COVID-19 ji % 79 bibandor e.

Pispor dibejin ku piştî, niqaşên ser doz û bandorên nepenî yên wê dibe ku baweriya bo vaksînvaksîn zêde bibe.

Gelek welatên Ewrupî piştî hin ragihandinên ku vaksîna AstraZeneca xwînê tîr dike, di serê vê mehê de karanîna wê rawestandin.

Lê, piştî ku Sazîya Dermanan ya Ewrupa (EMA) roja Pêncşemê dîyar kir ku vaksîna AstraZeneca ‘’bi bandor û ewle’’ ye û da zanîn ku feydeyên wê yên dijî vîrusa korona ji rîskên wê zêdetir in, karanîna wê jinûve destpê kir.

Anketekî ku roja Duşemê nîşan da ku Ewrupî ji ewlehiya wê hîn jî gumanbar in.

Vaksîna AstraZeneca di nav vaksînên COVID-19 de ya yekê û herî erzan bû hatibû peyda kirin û wek bingeha bernameyên vakslêdanê ya li piranîya cîhanê hatibû plan kirin.

Rêberên li Asyayê jibo avakirina bawerîya derbarê vaksîna AstraZeneca ya nava gel de, pêşî xwe didin vaksîn kirin.

Serokwezîrê Taylandê Su Tseng-chang piştî rawestandina karanîna vaksîna AstraZeneca ya demkî, kesê yekê yê li welêt bû ku xwe bi wê da vaksîn kirin.

"Min niha vaksînlêdana AstraZeneca xelas kir, li cihê derziyê êş tune, û êşa laş tuneye," Tseng-chang got.

Serokê Koreya Başûr Moon Jae-in yê 68 salî jî plan dike ku roja Sêşemê xwe vaksîn bike, piştî ku hikûmetê got ku vaksîna AstraZeneca bo mirovên pîr were bikar anîn.




XS
SM
MD
LG