Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Welatên Asyayê Dixwazin Dronan ji Tirkîyê Bikirin


Ajansa nûçeyan ya Reuetersê ragihand ku welatên Asya dixwazin ji Tirkîyê dronan bikirin.

Reuetersê da zanîn ku bi taybetî Malezya û Endonezya dixwazin dronên çekhilgir yên Baykarê, ku kompanîyeke Tirkîyê ye, bistînin.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu li Tokyo ser vê rewşê axifî.

Çavuşoglu da zanîn ku çekên wan yên berevanîyê di serî de Malezya û Endonezya bala gelek welatên Asyayê dikişîne.

Wî dîyar kir ku ser kirîn-firotana li ser hev peyman têne îmza kirin.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê da zanîn ku ew dikarin dronan bidin Japonya jî.

Piştî şerên li Sûrîye, Ukrayna û Lîbya eleqeya bo dronên Tirkîyê zêdetir bû.

Reutersê di rojên borî de de dabû zanîn ku Baykarê vê mehê 20 dronên çekhilgir dane Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî.

XS
SM
MD
LG