Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şewatên Daristanan li Yunanistanê Didomin


Yunanistanê ragihand ku jiber şewata daristanan herî kêm 6 kes 30 kîlometre li bakurê paytext Atîna birîndar bûn.

Yunanîstanê da zanîn ku jiber şewatên berdewam 5 dever hatine vala kirin û gelek xanî jî şewitîn.

Karbidestan dîyar kir ku tîmên agirkuj heya derengîya şevê dixebitin ku agiran vemirînin û li esmanên Atînayê bêhna dûmanên stûr heye.

Şewata ku li heremên çîyayên Parnes roja Pençşemê piştî nîvro derketibû, jinûve destpê kiriye û ji Sêşemê heta niha pirtir ji 1200 hektar dever şewitîne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di rojên dawî de jiber germahîya zêde ya seranserî welêt, bi dehan şewat derketine.

Serokwezîr Kyriakos Mitsotakis roja pênçşemê gotibû ku welatê wî rûbirûyê rewşeke pir krîtîk e û pêla blind ya germê wê çend rojên din bidome.

Mitsotakis dîyar kiribû ku Yunanistan bûye mîna barûtê û hişyarî dabû ku ev germahî û mercên nedîtî wê berdewam bikin.

Karbidestên Yunanî herwiha ragihand ku rêya serekî ku Atînayê bi bakur ve girêdide, jiber tedbîran hatiye girtin.

450 agirkujên Yunanî yên bi piştevanîya hêzên esmanî yên agirvemirînê karê xwe didomînin û şeva Pênçşemê 82 agirkujên Fransî jî hatin Atînayê ku beşdarî vemirandinê bibin.

XS
SM
MD
LG