Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Endonezyayê Jiber Pêlêkirinê li Stadyuma Futbolê Herî Kêm 174 Kes Mirin


Bi kêmî ve 174 kes li stadyumeke futbolê ya Endonezyayê mirin dema ku bi hezaran temaşevanên malê yên tûre bûyî ketin nava stadyumê û polîsan gaza rondikrêj lê rêşand û ew jî bû sedema qelebalixiyê û yekudu pêpeskirinê, rayedaran roja Yekşemê got.

Karesata şeva şemiyê li bajarê Malangê, ku têde 180 kes jî birîndar bûn, yek ji karesatên herî kujêr yên stadyuma werzîşê ya cîhanê bû.

Alîgirên Arema FC yên li stadyuma Kanjuruhan daketin stadyumê, piştî ku tîma wan li hember tîma mêvan û rikeberê dijwar Persebaya Surabaya 3-2 têk çûyî.

Polîsan alozî wekî "serhildan" binav kir û got ku wan hewl da ku temaşevan bizivirin cihên xwe lê piştî ku du efser hatin kuştin wan gaza rondikrêj havêtin ser wan.

Li gorî polîsan, gelek ji qurbaniyan hatin pêpeskirin anjî xeniqîn.

Bi kêmî ve 174 kes mirin, cîgirê parêzgarê Javaya Rojhilat Emil Dardak roja Yekşemê piştî nîvro gote weşana Kompas TV.

Kesên saxmayî gotin ku girseya qerebalix piştî gaza rondikrêj havêtin ser wan tirsîya û rev lê ket.

XS
SM
MD
LG