Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Êrîşên Esmanî de Herî Kêm 29 Kes li Atareb ya Helebê Hatin Kuştin


Ji arşîvê Atareb, piştî bombebaranekê
Ji arşîvê Atareb, piştî bombebaranekê

Reuters’ê îro Duşemê ji zarê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku bi kêmî ve 29 kes, di êrîşên esmanî yên ser marketeke li bakurê rojavayê Sûrîyê de hatine kuştin.

SOHR’ê dîyar kir herêma êrîşê Atareb ya li rojavayê Helebê ye û di destê serhildayan de ye.

Ajansa çavdêrîyê da zanîn ku sê êrîşên esmanî li dar ketine û dibe ku hejmara kuştîyan zêdetir bibe.

Atareb jî di nav ‘’herêma aram’’ de ye, ku bo li herêmê tundûtûjî kêm bibe Rûsya, Tirkîye û Îranê ser li hev kiribû.

XS
SM
MD
LG