Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kubba: Li Îraqê Çareserî Konfederalîzma Navbera Ereb Û Kurdan E


Encumena Atlantik
Encumena Atlantik

Roja Çarşemê 27ê Nîsanê saziya Encşmena Atlantîk (Atlantic Council) ku bingeha wê ya sereke li Washington D.C dimîne panelek diyalogê derbarê Îraqê pêkanî. Atlantîk saziyeke civaka sivîle û li ciyên ku pirsgirêk û alozî hene lêkolînan encam dide û xalên çareseriyên aborî, siyasî û ewlekarî di raportên xwe de pêşniyar dike.

Semînera vê carê taybet bo li dor rewşa Îraqê û diyaloga derbarê raporta hevpar ya Atlantic Council û Instîtûya DT bû, ku pisporên Amerîkî, Yekîtiya Ewrûpa û Îraqê rol tê de hebû û bi hevkariya wan her du saziyan bi navnîşana "Rêyên Çareseriyê Bo Pêşxistinê li Îraqê" raport amade kirîye.

Rapot di beşên xwe yên cûd de, li ser rewşa Îraqê ya siyasî, aborî, ewlekarî û ceoplotîkî radiweste û di her beşê de pêşniyaran bo çareseriyê pêşkeş dike.

Pêşî Anthony Phaff Peyva vekirina diyalogê pêşkeş kir, ku ew Profesorê Lêkolînên Stratejî ye, pisporê Leşkerî û Etîkê ye li Enstîtuya Lêkolînên Stratejîk li Koleja Şer ya Artêşa Amerîkî û Hevkarekî Payebilind di Encumena Atlantîkê de li Washington D.C. cih digire.

Anthony, dîplomatî Îspanî Ramon Blecua pêşkeş kir ku balyozê berê yê Yektîya Ewrûpa bû li Îraqê û herwiha li Yemenê jî xizmet kirîye axftina xwe kir û bal kişand ser giringiya raporta hevpar ya Atlantîk Council û Instîtûya DT derbarê Îraqê amade kirî di salên borî de weke plan û nexşerêya çareseriya pirsgirêkên li Îraqê axiftin kirin.

Dîplomatê Îspanî, Ramon Belcua da zanîn ku du salan wî li ser raportê kar kirîye û bi gelek berpirsên siyasî, ekonomî û ewlekariya Îraqê hevpeyvîn û dîdar encam dane û li dor pirsgirêk û xalên lawaziyê di desthilat û siyaseta li Îraqê de axiftin kirîne.

Balyoz Blecua bal kişand ser îmaknên çareseriya pirgirêkan ku di raportê de hatine behis kirin di nav de pirsigirkên navxweyî ku Îraqî di nava xwe de dikarin çareser bikin, herwiha alîkarî û desteka civaka navnetewî kanê dikarin bi çi awayî beşdarî çareseriya pirgirêkên li Îraqê bibin.

Blecua bal kişand ser astengiyên ku nû yên ketine di rê de dema ku wan dixwest pêşnaiyar çareseriyan bo îraqê bibînin, ew jî hêrîşên DAIŞê bi ser wî welatî di sala 2014ê de, referandoma Herêma Kurdistanê di sala 2017an de, pandemiya vîrûsa korona û niha jî şer û pevçûnên li Ukrayna ku bandora xwe li hemî cîhanê û li Îraqê jî kirîye.

Derabrê pirsa têkiliyên Yekîtiya Ewrûpa û Îraqê çawan dibînî? Balyoz Blecua got ku em bi cidî li ser têkiliyên Îraqê û Yekîtiya Ewrûpa rawestîn û me gelek semîner encam dan û me dixwest gelek tiştên din encam bidîn lê mixabin ku krîza siyasî li îraqê di meha Oktobera 2019ê de çêbû û xwepêşandaên girseyî hatin destpêkirin û rewş aloz bû. Wî dîsan got ku peydabûna pandemiya COVID 19 bandoreke xerab hebû, bi şêweke çalak me nikarî bû li ser pirsgirêk û aloziyên li îraqê rawestîn.

Piştî ku balyoz Blecua bi temamî li ser navroka raportê axifî, birêz Kadhim Abbas rêveberê pişka Îraqê di Encumena Atlantîk de modeatroî kir û panelîst, balyoz Laith Kubba, Rend Al Rahim, Maria Fantappie û Inna Rudolf pêşkeş kirin, her panelîstekî/ê bi kurtî nêrînên xwe derbarê naveroka rapota çareseriyan bo Îraqê anîn ziman.

Dr. Laith Kubba – Dîplomatê Îraqê yê berê
Dr. Laith Kubba – Dîplomatê Îraqê yê berê

Siyasetvanê Îraqî, Laith Kubba derbarê gelek xalan û vedîtina çareseriyan li Îraqê axifî û got ku li Îraqê krîzên cidî hene, bi taybet krîza siyasî ya di navbera hêzên siyasî de, wî got ji bo bidawî kirina aloziyên di navbera hikûmeta navendî û ya herêma Kurdistanê de, çareserî ewe ku "Îraq welatekî Konfedral be di navbera Ereb û Kurdan de", Kubba herwih got vegera bo rewşa berê li Îraqê ne bijardeye û alozî jî nabe bi vî awayî berdewam bikin ya baş ewe ku li "Îraqê Konfedralizm di navbera ereb û Kurdan de li Îraqê hebe û rewşa Kerkukê jî hevbeş be."

Panelîst di semînera diyalogê de li ser wê bawerê bûn ku ol û siyaset li Îraqê divê bihên cûda kirin û rolê lîderên olî û eşayîrî kêm bibe.

Bo çareseriya aloziyên li Îraqê hin panelîst geşbîn bûn û hinan jî dan zanîn ku piştî şerên mezhebî, derketina DAIŞê, xwepêşandanên gel, bi taybet pêkhateya xortan li wî welatî, kuştinên bikerên wan nediyar, rolê heşda Şaabî û grûpên çekdar dê bizehmet be ku rewşa li Îraqê stabîl bibe û di demek zû de bihên çareser kirin.

Derbarê pirsa kanê rolê Hikûmeta Herêma Kurdistanê çi bo di raportê de?

Rêveberê Pişka Îraqê di Encumena Atlantîk de Kadhim Abbas got, ne hikûmeta Bexda û ne ya Herêma Kurdistanê rol di raportê de nîne, raport bi şêweke serbixwe û li gor pirensîpên Înstîtûyek zanistî û bê alîgirî hatiye amade kirin.

Balyozê YE li Îraqê Ramon Blecua Behsa Stratejîya Nû Dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:23 0:00

XS
SM
MD
LG