Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûriyê Dibêje Keristeyên Navokî ji Axa Sûrîyê Dernakevin

Wezîrê Derve yê Sûrîyê, Es'ed Şîbanî Rêveberê IAEA Rafael Mariano Grossi
Wezîrê Derve yê Sûrîyê, Es'ed Şîbanî Rêveberê IAEA Rafael Mariano Grossi

Hikûmeta Sûriyê roja Sêşemê ragihand ku bermaye û keristeyên navokî dê li ser axa Sûriyê bimînin û ji bo mebestên aştiyane werin karanîn.

Wezîrê Derve yê Sûrîyê, Es'ed Şîbanî got, " bermaye û keristeyên pêtivî bo çêkirna çekê navokî ku li welêt hatine vedîtin wê li wir bimînin."

Di konferenseke rojnamevanî ya hevbeş de bi Rafael Grossi Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Navokî (IAEA) re, Şîbanî got ku keristyên çekên navkî yên ku ji serdema rejîma Beşar Esed li ser axa welêt hatine dîtin, li jêr kontrola hikûmeta demkî ya Sûriyê de dimînin.

Şîbanî got ew keriste, dê ji alîyê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Navokî (IAEA) ve, vekolînên hewce liser bêne encam dan.

Piştî ketina rijêma Beşar Esed, ji sala 2024ê ve, bermaye û keristeyên navokî li Sûriyê hatine dîtin, li gor Reuters, destheladarên nû yên Sûriyê di amade ne di dosyeya wan keristeyan de hevkarîyê bi ajansa IAEA re bikin, da ku rêçareyeke temam bibînin.

Grossi got ew ji alîyê karbidestên nû yên Surya ve derabrê vedîtina wan keristeyan li cihîkî veşartî hatine haydar kirin.

Hêjayî gotinê ye ku hefteya borî Desteya Enerjîya Navokî ya Sûrîyê, ragihand bû ku hevkariya Şamê bi Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Navokî (IAEA), Amerîkayê û welatên dost re berdewam e, ji bo çareserkirina mîrata rejîma berê, çalak kirina endamtiya tam a Sûriyê di ajansê de û piştgirîkirina bikaranîna aştiyane ya enerjiya navokî.

This item is part of
XS
SM
MD
LG