Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Asmangerên Artemis Dê ji Vahalîyê Behsa Ezmûna Xwe li Dora Heyvê Bikin

Tîma asmangerên mîsyona asmanî ya Artemis II dê îro Sêşemê ji vahalîyê ligel zanyarên NASA'yê biaxivin da ku behsa ezmûna xwe ya dîrokî ya li dora heyvê bikin.

Sê asmangerên Amerîkî û yek Kanadayî roja Duşemê ji bo dûrtirîn rêwîtîya mirovan bo valahîyê tomar şikandin, gihîştin dûrahîya 406,771 kîlometreyan.

Ev cara yekê ye piştî zêdetirî 50 salan ku esmanger diçin ser heyvê.

NASA'yê erk daye asmangeran ku di dema geşta xwe ya li derdora heyvê de wêneyan bigirin û ravekirinên berfireh ên tiştên ku ser rûyê heyvê dîtine bidin.

Ji bilî dîtina rojgirtinê, esmangeran ragihand ku wan herwiha çirûskên ji ber lêdana meteoroidên li ser rûyê heyvê çêbûne dîtine.

Asmangerê Kanadayî Jeremy Hansen geşta li dora heyvê wekî "ezmûneke mirovî ya bêhempa" binav kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî ku tîma Artemis II’yê ji pişt heyvê derket, bi wan re axivî û got ku wan "dîrok nivîsandine" û ew vexwendî Koşka Sipî kirin.

NASA dibêje piştî axaftina ligel zanyarên li ser erdê roja Sêşemê, tîma Artemis II dê piranîya mayî ya rojê bihna xwe vedin, berî ku dest bi amadekarîyên vegera ser erdê bikin.

Plan ew e ku asmanger derengî roja Înê vegerin ser erdê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG