Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên ser Welatên Kendavê Didomin

Li demekê ku serokê Îranê Mesûd Pizîşkîyan dibêje ku Civata Rêvebirîyê ya rejîma Îranê biryar daye êrîşên xwe li dijî welatên cîran rawestîne, îro Şemîyê êrîşên mûşek û dronan li dijî Mîrgehên Ereb yên Yekbûyî (Îmrarat), Erebistana Siûdî, Behreyn û Qeterê pêk hatin.

Îmarat:

Firokxaneya Dubey, ku yek ji firokxaneyên herî mijûl ê cîhanê ye, roja Şemîyê çend caran rastî êrîşên dronan hatin.

Televizyona CNN ragihand ku di encama êrîşan de geştên asmanî li firokxaneyê hatin ragirtin. Lê paşê operasyonên asayî li firokxaneyê berdewam kir.

Qeter:

Wezareta Berevanîya ya Qeterê ragihand ku êrîşeke mûşekên balîstîk hatiye rawestandin.

Hêzên çekdar ên rejîma Îranê piştrast kiriye ku mûşek û dron avêtine bingehên leşkerî yên Amerîkayî li Behreyn û Qeterê.

Behreyn:

Tevî ku dengê ambulans û sîstemên rewşa awarte li Behreynê îro Şemîyê hebûn, CNN dibêje ku ti raport derbarê êrîşên mûşekî tunene.

Artêşa Behreynê roja Şemîyê got ku ji dema destpêkbûna êrîşên rejîma Îranê li welêt ve, 86 mûşek û 148 dron hatine xistin û wêrankirin.

Erebistana Siûdî:

Wezareta Berevanîyê ya Siûdî ragihand ku 16 dronên ku ber bi yek ji mezintirîn zevîyên neftê li Rojhilata Navîn ve diçûn, di demjimêrên zû yên Şemîyê de hatin xisti.

Wezretê diyar nekir ku jêdera wê êrîşa li ser zevîyê Şîba yê neftê çi bû.

XS
SM
MD
LG