Îro Duşemê avahîyên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li Edenê û Mersînê bûn armanca du êrîşên bombeyî.
Di êrîşan de çend kes birîndar bûn û zîyaneke mezin di avahîyê de çêbûn. Cîgira Hevseroktîya HDP'ê û berbijara Edenê, Meral Daniş Beştaş dibêje, ew êrîşeke plankirî ne û bi mebesta kuştinê hatine kirin.
"Nêzîkî 100 car in avahîyên me, bi awayekî provokatîf rastî êrîşan tên. Îro jî li Edene û Mersînê heman tişt çêbû û bombeyeke dem ayarkirî hatin şandin ku kesên nav avahîyê bikuje."
Xanim Beştar dibêje, êrîşên wiha ku bi pişrgirîya AKP'ê ve têne kirin, nikarin pêşîya wan bigirin û ewê bi coşeke mezin karên xwe bidomînin.