Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmet Turk: Biryara Dadgehê Sîyasî Ye û bo Cezakirin Sîyaseta Aştîxwaz ya Kurdan E


Sîyasetvanê Kurd yê dêrîn Ahmet Turk, piştî eşkerekirina cezayên di Doza Kobanê de got ku biryara dadgehê bi tevahî sîyasî ye û cezakirin sîyaseta aştî û demokrasîxwaz û herwiha bêdengkirina gelê Kurd e.

Turk, ku di hilbijartina 31’ê Adarê de wek Hevbajarvanê Bajarvanîya Mezin ya Mêrdinê hatibû hilbijartin, ji kanala Îlke TV re got ku biryar ne ji alîyê dadweran hate dayîn jiber ku ev biryareke sîyasî ye.

“Em dizanin ku peywendîya Doza Kobanê bi hiqûqê re tuneye û bi tevahî biryareke sîyasî ye ku armanc dike pêşîya sîyaseta demokratîk, jîyaneke azad û demokratîk bigire.”

Turk herwiha got ku cezakirina wî û hevalên wî biryara wan kesan e ku demokrasîyê nas nakin û dixwazin cudabîrîyên kûr di nava civakê de vekin.

Sîyasetvanê navdar bi bîr anî ku sedema wê doze şerê Kurdan ya dijî Dewleta Îsamaî (DAIŞ) e.

“Lehengîya Kurdan ya dijî çeteyên DAIŞ’ê dikin sedema dozeke sîyasî, berteka demokratîk ya Kurdan ya hovitîya DAIŞ’ê dikin bingeha vê dozê û her kes wê yekê dizane ku sîstema dadwerîyê ne bêalî ye û bin kontrola sîyasetê de ye. Gelê me wê berteka xwe ya demokratîk nîşan bide. ”

Turk di dawîya axaftina xwe de got ku dewlet cezayên giran li wî û hevalên wî birin jî, ewê dest ji têkoşîna xwe jibo azadî û demokrasî bernedin û ew tunebin jî gelê Kurd wê têkoşîna doza xwe bidomîne.

XS
SM
MD
LG