Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austin Dibêje Amerîka Piştgirîya Welatan Hember Kiryarên Çînê Dike


Wezîrê Berevanîya Amerîka Lloyd Austin
Wezîrê Berevanîya Amerîka Lloyd Austin

Wezîrê Berevaniya Amerîka Lloyd Austin dibêje ku Amerîka ligel welatên ku li dijî "tevgera tundûtûjiyê" ya Çînê şer dikin disekine.

Ev yek hat di dema civîna danûstandinên dualî de li Australya. Austin û Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken derengî Pêncşemê gihîştin bajarê Brisbane yê Australya berî civînên dualî yên salane roja Înî û Şemiyê.

Austin herwiha got ku herdu welatan helwestên xwe li ser metirsîya Çînê û kiryarên wê yên derveyî qanûn û yaseyên navneteweyî parve kirin .

Austin ji rojnamevanan re got ku "Emê piştgirîya hevalbend û hevkarên xwe berdewam bikin ji ber ku ew xwe ji tevgerên tundîyê diparêzin."

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG