Medya Amerîkî ragihand ku Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin şeva Yekşemê ji çavdêrîya krîtîk re hat veguhastin.
Lloyd ku di destpêka Berfanbarê de bi nexweşîya penceşêra prostate ketibû û dai dawîya wê mehê de amelîyatek derbaz kiribû.
Doktorên Wezareta Berevanî ya Amerêkî ragihand ku Austin niha li Navenda Saxlemî ya Leşkerî ya Neteweyî ya Walter Reed e û ew jiber semptomên ser mîzdankê li nexweşxane ye.
Doktor dîyar dikin piştî testên li nexweşxaneyê jibo şopandina nêz biryar hatiye dayîn ku Austin derbazî çavdêrîya krîtîk bibe.
‘’Niha ne dîyar e ku wezîr Austin wê çiqas dem li nexweşxaneyê bimîne. Ne li ber e ku kêşeya li mîzdanka wî rê li ber başbûna wî bigire. Prognoza wî ya kanserê pir baş e.’’
Wezareta Berevanîyê da zanîn ku li şûna Austin, Cîgira Wezîrê Berevanî Kathleen Hicks wê bi awayekî demkî bixebite.
Çaverê bû Austin vê hefteyê li Brukselê ser Ukrayna danûstandin bikira û bi wezîrên berevanî yên NATO re kom bûbûya.
Hêjayî bîrxistinê ye ku mijara nexweşîya Austin ya meha Berfanbarê bûbû sedema nîqaşên mezin jiber ku wî ji Serok Biden û karbidestên din yên payabilind re nehatibû gotin ku Austin li nexweşxaneyê û bi kanserê ketiye.
Tevî ku Austin di 1’ê Rêbendanê de Walter Reedê, Pentagonê heta 5’ê mehê medya, bîragiştî û Kongres agahdar nekiribû.
Karbidestan piştre qebûl kir ku Qesira Sipî heta 4’ê Rêbendanê nehatiye agahdar kirin ku Austin ketiye nexweşxaneyê.
Austin serê vê mehê gotibû ku wî jiber vê rewişê bi awayekî rastexwe ji Biden lêborîn xwestiye.
Wî gotibû ku hemî berpirsî li ser wî ye û ji hevkarên xwe û Amerîkîyan jî lêborîna xwe xwestibû.
Jêder: Fox News