Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austin: Hebûna Amerîkayê li Deryaya Reş jibo Rêgirtina li Ber Rûsyayê Pêwîst e


Lloyd Austin, Wezîrê Berevanîya Amerîka.
Lloyd Austin, Wezîrê Berevanîya Amerîka.

Wezîrê Berevanîya Amerîka Lloyd Austin ji Bucharest paytexta Romanyayê got ku aramîya ewlekarî li devera Deryaya Reş beşek e ji berjewendîya niştimanî ya Amerîkî û mijareke girîng e jibo hevpeymanîya NATO'yê li vê dema ku Rûsyayê hewil dide ewlekarîya deverê têk bibe.

Austin di honferanseke rojnamevanî de ligel hevtayê xwe yê Romanî da zanîn ku devera Deryaya Reş “li ber Rûsya lawaz e û hebûna me li vê deverê girîng e li vê dema binpêkirinên Rûsyayê.”

Wezîrê Berevanîya Amerîkî kiryarên Rûsyayê li deverê şermezar kir, di nav de jî dagîrkirina hinek deverên Gurcistanê û hebûna wê li nîvgirava Qirimê ya Ukraynayê.

Serdana Austin ya Romanyayê beşek e ji gera wî ya li devera Deryaya Reş ku tê de serdana Ukraynayê kir û paşê jî diçe Gurcistanê.

Austin herwiha got ku “Deryaya Reş li ser lîsteya berjewendîyên Amerîkî ye û emê bi hevkarên xwe re kar dom bikin jibo misogerkirina ewlekarîyê. Romanya roleke serekî li deverê dilîze û mêvandarîya bi hezaran hêzan dike û bi hevkarên din re jî dixebite jibo gihiştineke azad bo Deryaya Reş.”

Karbidestê Amerîka eşkere kir ku “hebûna me li deverê pêwîst e û li hember Rûsya jî rêgir e. Em hêvîya hevkarîyeke baştir di vî warî de dikin.”

Austin ragihand ku Amerîka “her demekê hêzên zêdetir jibo perwerdekirinê dişîne Romanyayê û ewê ev tişt berdewam bike.”

Ji alîyê xwe ve, Wezîrê Berevanîya Romanyayê, Nikolay Sîyoka got ku “Romanya hemû hêza xwe dide jibo xurtkirina şiyanên xwe yên berevanî û piştevanîya hevalbendên xwe li herêmê bi rîya rahênanên hevbeş bi hevkarîya NATO û herwiha Ukrayna, Gurcistan û Moldovayê.”

XS
SM
MD
LG