Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austin: Parastina Sivîlên Gazayê Berpirsiyariyeke Exlaqî û Erkeke Stratejîk e


Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Lloyd Austin
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Lloyd Austin

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Lloyd Austin roja Şemiyê têbîniyên bihêz dan li ser pêwîstiya Îsraîlê bi parastina sivîlan li Xezeyê, û hişyarî da li ser metirsiyên radîkalbûnê.

Wî her wiha got ku wî zor li Îsraîlê kiriye ku bi awayekî dramatîk gihandina alîkariyên mirovî ji Gazayê re berfireh bike, û anî ziman ku ew li bendê ye ku "di rojên pêş de" bêtir alîkarî werin şandin.

Wezîrê berevaniya Amerîka got" min gelek caran ji rêberên Îsraîlê re eşkere kiriye ku parastina sivîlên Filistînî yên li Gazayê hem berpirsiyariyek exlaqî ye û hem jî erkeke stratejîk e."

Îsraîl soz dane ku koma milîtanên Fîlîstînî Hamasê tune bike piştî êrîşa wê komelê ya 7ê Cotmehê li başûrê Îsraîlê, ku tê de 1200 kes hatin kuştin û zêdetirî 240 kes jî dîl hatin girtin.

Wezareta Tenduristiyê ya Gazayê dibêje ku ji destpêka şer ve, zêdetir ji 15,000 Filistînî hatine kuştin, û bi herî kêm 193 ji dema hilweşandina agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de roja Îniyê hatine kuştin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG