Li Amerîka piştî derket holê ku wezîrê berevanîyê Lloyd Austin nexweşîya xwe ji Serok Joe Biden û karbidestên hikûmetê veşartiye, nîqaşên ser mijarê bi tundî didomin.
Nexweşxaneya leşkerî ya Amerîka Walter Reed do Seşême ragihand ku Wezîr Austin di destpêka Berfanbarê de bi nexweşîya penceşêra prostate ketiye û berîya serêsalê niştergerîyeke derbaz kiriye.
Walter Reed herwiha da zanîn ku Austin di 1’ê Rêbendanê de jiber rûdana hin pirsgirêkên saxlemîyê hatiye rakirinê nexweşxanê û niha di beşa lênerîna giran de, tê derman kirin.
Berdevikê Qesra Sipî John Kirby eşkere kir ku Serok Joe Biden heya Sêşemê nizanîbû ku wezîrê wî Austin, bi penceşêra prostate ketiye.
"Ew (Biden) heta Pêncşema borî nehatibû agahdarkirin ku wezîr Austin li nexweşxanê ye. Heta îro sibehê jî ti kesê li Qesra Sipî nizanibû ku ew bi penceşêra prostate ketiye û piştre serok di cih de hat agahdar kirin," wî got.
Kirby di derbarê şêwaza eşkerekirina Austin de bal kişand ku, "Divê ew bi vî rengî nehata kirin".
Dema ku derket holê ku Austin di destpêkê de sedema dermankirin û nexweşîya xwe veşartiye, hem partiya wî ya Demokrat, hem Qesra Sipî û bi taybet jî Komarîyên hevrik bertek nîşan didin.
Komarîyên li Kongresa Amerîka ev rewş wek ji hêla Austin ve binpekirina erka wezirîya berevanîyê dinirxîn in û ew hem Austin hem jî serok Biden bi tundî rexne dikin.
Komarî yê ku seroktîya Komîteya Karûbarên Çekdar ya Civata Nûneran dike, dijî Austin lêpirsînek fermî da destpêkirin.
Çar endamên Komarî yên Kongresê, ku ew jî berê di leşkerîya Amerîka de xebitîne, ji Biden re nameyek nivîsandin û xwestin ku Austin ji kar were dûr xistin.
Tevî Donald Trump jimareke Komarî yên navdar jî banga karvekişîna Austin dikin.
Lê, Pentagonê ragihand ku, ti astengî li pêşîya Austin ti astengî tune ye ew erka xwe ne domîne û herwiha got ku ti planeke Austin ya karvekişînê jî tuneye.
Ji alîyê din ve, xûya dike ku tevî hin rexneyan Qesra Sipî jî bi biryar e ku bi Austin re berdewam bike.
Dema rojnamevanan ji Kirby pirsîn, gelo Biden plan dike ku Austin heta dawîya seroktîya xwe di hikûmetê de bihêle ku di destpêka 2024’an de bi dawî dibe.
Kirby bersiva "Erê" da û got ku Biden hizra kardûrxistina Austin nake.
Berdevikê Qesira Sipî got ku Biden demûdest başbûna Austin hêvî dike û ji kanîna Austin ya reberîya siberojê bawer e.
Austin di dawiya hefteyê de jibo şêwaza agahdarkirina peyvajoyê lêborîna xwest, lê ti hûrgulî neda ku ka çima ew li nexweşxanê ye.
Hîn ne dîyar e ku wezîr Austin yê 70 salî wê kengê ji nexweşxanê derkeve.
Do, nexweşxaneya Walter Reed de got ku rewşa saxlemîya Austin gav bi gav ber bi başbûnê diçe û li bende ye ku ew bi temamî baş bibe.
Walter Reed dîyar kir ku doktoran penceşêra prostate ya Austin di qonaxa zûtirîn de ditîne û enfeksîyon wî niha kêm bûye.
Lê,nexweşxanê destnîşan kir ku dibe ku jibo başbûna temamî ya Austin pêvajoyeke dirêj ya dermankirinê hewce bike.
Penceşêra prostatê li Amerîka di nav mêran de, piştî penceşêra çermê spî, wek cureya duyê ya penceşêrê tê dîtin.
Li gor saziyên bijîşkî, egera başbûnê yê nexweşîye di qonaxên destpêkê de, gelek zêdeye.
Jêder: Reuters, AP, Qesira Sipî, Pentagon