Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Australya bo Dîplomatan: Ji Rojhilata Navîn Derkevin

Hikûmeta Australyayê roja Çarşemê ferman da dîplomatên xwe ku ji Rojhilata Navîn derkevin ji ber egera êrîşeke Amerîakyê li ser Îranê.

Wezareta Derve û Bazirganîyê ya Australya got ku ew amade ye berpirsîyarîya derxistina dîplomatan û malbatên wan bigire ser milê xwe û pêşnîyar kir ku ew ji Îsraîl, Lubnan, Urdun, Qeter û Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî derkevin.

Balyozxaneya Australya li Tehranê berî vê daxuyanîyê xebatên xwe li Îranê rawestand.

Wezaretê got: "Em bi berdewamî wan şîret dikin ku di van deveran de hişyarîyeke bilind bikin. Girjîyên li Rojhilata Navîn dikarin bibin sedema girtina hêlên asmanî, betalkirina firînan û astengîyên din ên rêwîtîyê."

Wezaretê hişyarîyeke taybet da Australîyên li Îsraîl û Lubnanê û ji welatîyên xwe xwest ku "hizir bikin ku derkevin li vê dema ku geştên sivîlan hîn hene."

Di rojên dawî de, gelek welatan, di nav de Amerîka, Almanya, Hindistan, Polonya, Sirbistan, Koreya Başûr û Swêd ji welatîyên xwe xwestine ku ji Rojhilata Navîn derkevin.

XS
SM
MD
LG