Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmareke Jin û Zarokên Daişê ji Kampa Roj bo Australyayê Hatin Veguhestin

Hikûmeta Australyayê roja Sêşemê piştrast kir ku heft jin û 12 zarokên Australyayî yên bi malbatên çekdarên Daişê ve girêdayî ji kampeke li bakur û rojhilatê Sûrîyê bo Australyayê hatine veguhestin.

Wezîrê Navxweyî Tony Burke got ku hikûmeta Australyayê ti alîkarîya vegerandinê pêşkêş nekiriye û kesên ku guneh kiribin dê "werin darizandin."

Burke di daxuyanîyekê de got, "Ev ew kes in ku bi tevlîbûna rêxistineke terorîst a metirsîdar û xistina zarokên xwe di rewşeke dijwar de, rêyeke nedurist hilbijartine."

Ew welatîyên Australyayî piştî têkçûna Daişê li Sûrîyê di sala 2019'an de, tevî hezaran xizmên çekdarên Daişê yên biyanî di kampa Roja ya Rojava de di şert û mercên xirab de girtî bûn.

Wê demê, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û Amerîkayê gelek caran ji welatên cîhanê dixwest ku wan kesan vegerînin welatên xwe, lê piranîya welatan red kiribû.

Nêzîkî sê hefteyan berê, hikûmeta Australyayê ragihand ku komek ji 13 xizmên Daişê ji Sûrîyê bo Australyayê hatine vegerandin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG