Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Australya Pênasîna bi Dewleteke Filîstînî li ber Çavan Digire


Wezîra Karûbarên Derve ya Australyayê Penny Wong
Wezîra Karûbarên Derve ya Australyayê Penny Wong

Wezîra Karûbarên Derve ya Australyayê Penny Wong vê hefteyê ragihand ku welatê wê pênasîneke bi merc ya dewleteke Filîstînî li ber çavan digire.

Ev guhertina pêkan ya siyaseta Australyayê di demekê de tê welatên din li çareserîya du dewletan digerin jibo dawîanîna şerê li Gazayê.

Wong got ku civaka navnetewî nîqaşa dewleteke Filîstînî ya serbixwe dike wekî rêyekê jibo “avakirina tevgerê ber bi çareserîya du dewletan ve.”

Wezîra Australî dîyar kir ku wekî pêşmerc jibo pênasîna bi dewleta Filîstînî, welatê wê çaverê dike ku agirbestek li Gazayê çêbibe, dîlên Îsraîlî li cem Hamasê vegerin, û Hamas nebe beşek ji ti hikûmeteke Filîstînî di paşerojê de.

Opozisyona Australî ya parêzkar dibêje Wong bi van gotinan ziyanê digihîne peywendîya Australyayê ligel Îsraîlê.

Ji bilî Australya, çend welatên din yên Rojavayî jî wekî Brîtanya, Îrlanda û Spanya, eşkere kirine ku dibe ew pênasînê bi dewleteke Filîstînî bikin.

Yek ji astengîyên serekî li ber damezrandina dewleteke Filîstînî biryara li ser sînor û hikumranîya wê ye. Îsraîlî û Filîstînî herdu Orşelîm (Quds) wekî paytexta xwe dibînin. Herwiha, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi tundî hizra dewleteke Filîstînî ya serbixwe red dike.

XS
SM
MD
LG