Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Australî Girtîgeha Penaberan Careke Din Kontrol Dike


Girtîyên nav navendeke binçavkirinê ya li Australya xwepêşandana xwe xundar ya du rojan ku bi mirina penaxwazekî Îranî destpê kiribû, îro Sêşemê bi dawî anîn.

Hêjayî gotinê ye, karbidestên Australî hêzêke zêdekirî şandibûn navbenda binçavkirinê Girava Christmas ya nav Okyanusa Hîndî, piştî ku xwepêşanderan agir li avahîyê xistibûn û zerevanan neçar kiribûn ku navendê biterkînin.

Wezareta Koçberîyê got, polîsan kontrola navendê jinûve girtin destê xwe, piştî ku bi girtîyan re danûstandinan kirin. Wezaretê da zanîn ku polîsan neçar man “hin hêz” li hember girtîyên ku barîkat danabûn û gefa karanîna çekan kiribûn, kar bînin.

Hêjayî bîrxistinê ye, alozî roja Şemîyê destpê kiribû, piştî ku termê girtîyekî Îranî ku ji girtîxanê revîbû, li peravên giravê hatibû dîtin.

XS
SM
MD
LG