Lînkên eksesibilîtî

Reuters: Australia Dê di Mehên Pêş de Penaberên ji Amerîkaya Navîn Wergire


Penaberên ji Rohingya ku dixwazin xwe bigehînin Australia

Jêderên Australî ji Reutersê re dibêjin ku di çend mehên pêş de, bi dehan penaberên ji Amerîkaya Navîn, li gor peymana ligel Amerîka, ji Australia re werine qebûl kirin.

Kanberra soz dabû ku hejmareke nedîyar ya penaberên ji Amerîkaya Navîn wergire, beramber wê jî, Washington jî soza pejirandina heta 1250 penaberên ku li kampên Australî diman, dabû.

Nêzîkî 30 penaberên El Salvadorî ku niha li Kosta Rika dimînin, di mehên were de, wê ji Australia re bêne veguhastin û dû re jî komeke din ya biçûktir here wî welatî.

Berdevkekî wezareta koçberî yê Australî red kir ku bersîva pirsên ajansê bide. Dîsa, karbidestên Amerîkî li Washingtonê û li balzyozxaneya Amerîkî ya li Kanberra jî nexwest li ser wê mijarê bipeyîvîn.

Hêjayî bîrxistinê ye ku rêkeftina navbera Amerîka û Australia ya pêguherîna penaberan ya serdema Obama, bûbû armanca rexneyên giran yên Serok Donald Trump ku ew rêkeftin wek “karekî ahmaqî bi nav kiribû.

XS
SM
MD
LG