Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Australya Belavbûna Korona Didome, 10 Kesên Din Mirin


Li bajarê Melbourne Kesên ku bo testkirinê di dorê de ne
Li bajarê Melbourne Kesên ku bo testkirinê di dorê de ne

Australya îro Yekşemê ragihand ku li istana Victoria bi awayê rekorî 459 bûyerên nû yên pêketina vîrusa korona hatine tomar kirin ku roja pêştir hejmara tûşbûnan 357 bû.

Serokwezîrê eyaleta Daniel Andrews ji nûçegîhanan re do nav 24 seatên dawî de 10 kes jiber nexweşîya COVID-19 mirin ku ew jî li Australya hejmara herî bilind ya mirina di rojekê de ye.

“Pêla duyan ya belavbûna korona jiber enfeksîyonan li cîhên kar, navendên lênerîna kalûpîran û yên bijîşkî, senterên mezin yên belavkirina tiştan, şûnên serjêkirina lawiran, embar û sarkerên mezin belavtir dibe,” Andrews got.

Li istana Victoria qedexeya mecbûrî ya derneketina ji malê ya şeş hefteyî li ser kar e û sînorên wê yên bi eyaletên din re daxistî ne, Herwiha, mecbûrî ye ku rûniştvan maskên parastinê bi kar bînin.

Pisporên saxlemîyê bal dikşînin ku di vê rojak u hejmara tûşbûnan çêdibin, hejmara herî mezin ya testan hatine kirin ku pirtir ji 45,000 kes hember korona hatin test kirin.

Tevî ku Australya xwe ji pêla yekê ya korona baş parastibû, karbidestên wî welatî niha dijwarî dikşînin ku pêşî li belavbûna wê vîrusê bigirin û heta niha pirtir ji 14,400 bûyerên pêketinê hatine dîtin.

XS
SM
MD
LG