Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Australî Tundîya Hember Rojnamevanên Wê li Washingtonê Rexne Dike


Wezîra Derve ya Australî Marise Payne îro Sêşemê got ku wan nerazîbûna xwe hember tundîya polîsên Amerîkî yên ser medyakerên Australî ragihand.

“Me ji balyozxaneya xwe ya li Amerîka daxwaz kir ku derbarê êrîşa polîsan ya ser kameravanê Avustralî ya di dema protestoya Washngtonê de, xembarîya bigehîne karbidestên Amerîkî,” Payne got.

Wezîra Australî got ku hikûmeta Australî dê bi rêya balyozxaneya xwe piştgirî bide televîzyoia Channel Seven, ku ger ew bixwazin li Washingtonê xembarîya xwe ya ser bûyerê gilî bikin.

"Dîyar e ku li Amerîka alozî hene û demeke pir dijwar e. Em ji hemû alîyan û li her du hêlan dixwazin ku xwe ragirin û ji tûndîyê dûr bigirin," Payne ji kanala ABC re got.

Serê siba Sêşemê, bi hezaran Australî li Sydney jibo şermezarkirina Amerîkîyê Reş Amerîkî George Floyd meşîyan, ku di bin çavdêrîya polîsan da jîyana xwe ji dest dabû.

XS
SM
MD
LG