Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Avê Û Siberoja Rojhilata Navîn


Semîner li Ser avê
Semîner li Ser avê

Partîya Sûrîya Pêşerojê simînereke danûstandinê li ser rola avê û bandora wê li ser navçeya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê û Rojhilata Navîn bi tevahî lidarxist .

Di semînera Partîya Sûrîya Pêşerojê lidarxistî hate gotûbêkjirin ku qutkirina avê ji alîyê Tirkîyê ve siyaseteke pilankirîye dijî Rêveberîya nû ye ku li Bakur û Rojhilata Sûrîyê hatî avakirin û hilweşandina aramîya ku li vê navçeyê hatî domandin.

Mensûr Selûm endamê desteya têklîyan di Partîya Sûrîya Pêşerojê de axivî û got Tirkîye dixwaze di rêya qutkirina avê re navçeya Rêveberîya Xweser ji milet vala bike "Aborîya welatîyên navçeya Bakur û Rojhilata Sûrîyê li ser ava çemê Ferate ku bi awayekî sereke ew wê avê jibo vexwarinê û çandinîyê û enercîyê bikar tînin".

Armanca lidarxistina semînerê pênasîna welatîyan bi sîyaseta qutkirina avê li ser navçeya Bakur û Rojhilata Sûrîyê û bikaranîna avê wek çek û dîtina çareserîyan jibo bandora neyînî ji kêmkirina pişka Sûrîyê ji avê .

Nûnerê têklîyên giştî di encûmana Partîya Sûrîya Pêşerojê de li bajarê Tebqa Misena Ebdilkerîm eşkere kir û got em dixwazin di rêya van semîneran re gel bi zextên li ser navçeya Reveberîya Xweser hişyar bikin.

Hêjayî balkişandinê ye ku li gor rêkeftina 1987an di navbera Sûrîyê û Tirkîyê de pişka Sûrîyê û Îraqê ji ava çemê Ferat 500 mitir sêcarkî di saniyekê de ye lê Tirkîya niha bi tenê nêzî 200 mitir sêcarkî-kapik di sanîyekê de derbasî Sûrîyê dike.

Raporta Reqa 21 06 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:50 0:00

XS
SM
MD
LG