Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirê Giştî yê Bendavan: Li Dor Pirsa Avê Gotûbêjên Cidî bi Îran Û Tirkiyê Re Tên Kirin


Bendava Dukan li Herêma Kurdistana Îraqê
Bendava Dukan li Herêma Kurdistana Îraqê

Tevî pêla barîna baranê ku Herêma Kurdistanê vegirtiye, lê metirsiya kêmbûna avê û hişkesalî li Iraq û Herêma Kurdistanê ji holê ranebûye, ji ber ku rêjeyeke kêm ji hebûna avê di bendavên mezin yên herêmê de tê tomarkirin.

Bendava Dukan niha du milyar metre sêca av dihewîne, lê ji bo verêja ser bendavê pêwîstî bi 5 milyar metrên sêca yên avê heye. Şiyanên bendava Derbendîxan 900 milyon metrên sêca ye e û ji bo tijîkirina wê pêwîstî bi 1,7 milyar metrên sêca yên avê heye.

Rêvebirê giştî yê bendavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rehman Xanî ji Dengê Amerîka re got: “Pêlên barana ku li Herêma Kurdistanê barî ye, deverên jêrî bendavê girtiye, lewra di herike bendavê kême û zêde nebûye”.

Herwiha wî got,"Em hîn di destpêka zivistanê de ne, em li benda baranên zêde û hatina meha 3ê û 4ê ne, ji ber ku wê demê berfa li çiyayan dê bihele û dahata avê zêde bibe."

Her çende pêla baranê ku herêm girtibû, gelek ji bo zêdekirina dahata ava bendavên mezin yên herêmê bikêrhatî nebû, lê rêjeya baranê, bû sedem ku bendavên biçûk tijî bibin û dahata avê ya zêdetir di wan de kom bibe.

Rêvebirê Bendavan got "Li Hewlêr, Duhok, Germiyan, Qeredax û Çemçemalê gelek bendavên me yên biçûk hene ku ji ber barîna baranê dahateke baş ya avê tambar dike."

Iraq û Herêma Kurdistanê di salek hestiyar de ye, eger îsal jî weke du salên borî kêm baran û hişkesalî dubare bibe, çend navçeyên Iraq û Herêma Kurdistanê dê rûbirûyê kirîza avê bibin.

Bi hezaran donim zeviyên çandiniyê, bi dehan herêmên Iraq û Herêma Kurdistanê, bi hezaran gundiyên jiyana wan li ser xwedî kirina sewalan e, hêviya wan li ser barîna barana îsal e, eger ku bibare, ewê herêm ji krîza du salên borî ya bêaviyê derbas bibin.

Xanî wiha got: "Em ji kêm barîna baranê ditirsin. Du sal baran kêm bûn. Ger îsal baran zêde nebare em ê nikaribin du salên ku zirar çêkirien tije bikin."

"Ji bo tijîkirina bendavên mezin pêwîstiya me bi dahateke zêde ya avê heye. Ger ev yek pêk neyê emê bi pirsgirêkên kûr re rû bi rû bimînin."

Îran û Tirkiyê bi dehan bendav li ser çavkaniyên avê yên hevbeş çêkirine û avê nadin Iraqê û ev jî pirsgirêka Iraq û Herêma Kurdistanê kûrtir kiriye.

Di van salan de çendîn şandên dîplomatîk yên Iraqê bi Îran û Tirkiyê re li ser avê gotûbêj kirine, lê sal bi sal her du welat bendavan ava dikin û Iraqê ji bê avîyê di xeniqînin.

Rêvebirê giştî yê bendavên hikûmeta Herêma Kurdistanê Rehman Xanî got dîsan got "Hewldanek ji aliyê kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ve heye ku bi Îran û Tirkiyê re li ser mijara ava hevbeş gotûbêjên cidî bike."

XS
SM
MD
LG