Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pispor li Duhokê Pirsgirêka Avê Gotûbêj Dikin


Li Duhok Semîner û Kurbenda taybet li Dor giringiya avê
Li Duhok Semîner û Kurbenda taybet li Dor giringiya avê

Av çavkaniya serke ya jiyanê ye, jiber ku nîşanên hişkesaliyê hene, parastina avê karek giring û erkek niştîmanî tê dîtin.

Giringiya avê di kurbend û rêzesemîneran de li parêzgeha Duhok hat behis kirin ku pisporên avê, çandin û jeolojiyê tê de beşdar bûn, wan bal kişand ser hişkesaliyê û giringiya parastina samanê xwezayî yê herî girin ku 'av'e û ew çavkaniya hemî rengên jiyanê ye.

Li parêzgeha Duhok li gurî statistîkên zanistî bisporên av û çandinê didin zanîn ku 55% ji rêjeya avê li parêzgeha Duhok ava çem û rûbarane bi taybet çemên weke Dîcle, Ava Şîn, Zêyê Mezin û Xabûr û gelek çemên din yên biçûk li parêzgehê hene. Lê weke pispor dibêjin, sud ji ava wan çeman nayê wergirtin û pirranî herwe diçe.

Endazyar û bisporê çandinê Dr. Emced Obeyîd bo Denge Amerika axift û behsa giringiya lihev kumbûna wan hemî pisporan kir ku "pêşniyarên xwe bidin hev û arasteyî ciyê biryarê bikin da ku tedbîran bistînin û rêyekê bibîn ku sud ji ava çeman bihê dîtin bibîn."

Pirsgirêka avê li parêzgeha Duhok yek ji pirsgirên serekî ye, Dr. Remezan Hemze endaziyarê jeolojî derbarê vê pirsgirkê axift û got "karek gelek sanahiye, me çavkaniyên avê hene û her tişt li ber deste, eger ku em baş wê îdare û bi serûber bikîn."

Giringiya avê di semîner û kurbendekê de li Duhok
Giringiya avê di semîner û kurbendekê de li Duhok

Hejmarek ji cotkaran di semîner û kurbendê de made bûn, wan daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku di alikar bin jibo danana sistemê reşandinê bi taybet demê baran nebarin u hişke salî hebe, ji ber ku sistema reşandina rêyek baş û serkeftî ye bo çarseriya hişke saliyê.

Yek ji cotkarên amadebûyî got "min 250 donemên dexl û danî çandin e, min sistemê reşandinê bi kar anî berhemek baş jê hat." Dîsan got "Lê li Bazelanê min 200 donem çandin yek Ton genim jê nehat jiber ku me ne avda."

Ji hejî bîrxistinê ye ku semîner û kurbendên weha gelek tên lidar xistin, lê mixabin, pêşnyar û rêyên çareseriyê yên tên pêşber kirin û pêşniyar kirin ji bo bicî anînê tenê di sinorê axiftinê de dimîn û nayên praktîze kirin.

Raporta Duhok 30 06 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:14 0:00
XS
SM
MD
LG