Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hesekê Pirsgirêka Avê Jîyana Gel Dijwartir Dike


Ev zêdeyî mehekê ye Av ji westgeha Elok li ser bajarê Hesekê û gundewarê hatîye birîn.

Li gorî sazîya Avê ya bajarê Hesekê pirtir ji 15 caran e ku artêşa Tirk û çekdarên bin kontrola wê ava îstasyona Elok qut dikin.

Karbidestên Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê bal dikşînin ku sedema birîna avê ji îstasyona Elok ne pirsgirêkên teknîkî ne.

Berpirsên Rêvebirîya Xweser dîyar dikin ku çekdarên bi ser Tirkîyê jibo givaştina sîyasî ya dijî wan bi awayekî sîstematîk avê dibirin.

Sozdar Ahmed
Sozdar Ahmed

Hevseroka Sazîya Avê ya bajarê Hesekê Sozdar Ahmed dibêje ku tevî hemû hewildan û danûstandinan bi alîyên navdewletî re, pirsgirêka îstasyona Elok ya bin kontrola artêşa Tirk û çekdaran çareser nebûye.

Ahmed bawer dike ku armanca Tirkîyê ya bi vê sîyasetê ew e ku rûniştvanên Hesekê ji cîh û warên koçber bibin.

“Pirtir ji mîlyonekê kes niha di bin germa havînê de, bê avê di rewşeke pir xirab de dijîn.”

Şêrzad Hisên, rûniştvanê taxa Salihîyê ya Hesekê dibêje ku nêzî du mehan e ku av di tora avê re nehatiye û zarokên wan jiber ava gemar yên ji cîhên din nexweş dikevin.

Hin çavdêr bawer dikin ku bi birîna ava Elokê, Tirkîye dixwaze Rêvebirîya Xweser neçar bike ku ji Bendava Tişrînê elektrîkê bide deverên bin kontrola çekdarên ser bi Tirkîyê ve.

ZO_07_27_2021_Ava_Elok
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:04 0:00

XS
SM
MD
LG