Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Avusturya Piştî Êrîşa Duşemê Mizgeftekê û Rêxistineke Îslamî Dadixe


Avusturya îro Înê ragihand ku mizgeftek û rêxistineke îslamî ya li paytext Vîyana hatin girtin ku êrîşvanê roja Duşemê pir caran diçû wan cîhan.

Wezîra Entegrasyonê ya Avusturya Susanne Raab di preskonferansekê de got ku wan her du cîh di tundrêbûna êrîşvanê de roleke girîng lîstiye.

Cîhadîyê 20 salî ku navê wî wek Kujtim Fejzulai hatibû ragihandin, berê jî ji hêla karbidestan ve hatibû ceza kirin.

Fejzulai çend deqe piştî êrîşê, ji alîyê polîsan ve hatibû kuştin.

Hevdem, polîsên Alman jî li xanî û karsazîyên çar kesên ku bawerî heye ku peywendîya wan bi Fejzulai heye, lêgerînê pêk anî.

XS
SM
MD
LG