Karbidestên Avusturî dibêjin, wan girêdayî termên 71 penaberan ku di nav qamyonekê de hatibûn dîtin, 3 kes desteser kirin.
Karbidest îro Înê dibêjin, du ji wan kesên desteserkirî Bulgarî ne û yê din jî xwedîyê nasnameya Macarî ye.
Polîsên Avusturî jî dibêjin, texmîna wan yê pêşîn li ser hejmara mirîyan kêm bûye û wan bi giştî 71 meyt dîtin.
Li gor polîsan 59 ji qurbanîyan mêr, 8 jin û 4 ji zarok in û wan di nav qamyon de, jiber tunebûna oksîjenê fetisîne.
Rêvebirê polîsan li herêma Burgenland ya Avusturya got, di nav terman de nasnameyeke Sûrî hate dîtin, ku reng e hinek ji wan kesan penaberên ji Sûrîyê bin.
Hêjayî bîrxistinê ye jiber şerê berdewam ya li Sûrîyê hejmarên mezin yên Sûrî ji welatê xwe direvin û hewil didin ku xwe bigehînin welatên Ewrupa.