Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Avusturya Piştî Sê Mehan Hikûmeta Hevbend Ava Dibe


Piştî danûstandinên sê mehan, Partîya Gel ya Avusturya (OVP) bi Partîya Keskan re jibo hikûmeta hevbend li hev kir.

Di dîroka Avusturyayê de cara pêşî ye ku Partîya Keskan ya çepgir di hikûmetê de cîh digire.

"Me li hev kir. Me du tiştên herî baş yên cîhanê anî ba hev. Parastina jîngehê û sînoran êdî pêkan e," serokê OVP Sebastian Kurz got.

"Du partîyên ji hev pir cuda jibo paşeroja Avusturya li ser avakirina hikûmetê li hev kir" serokê Partîya Kesk, Werner Kogler got.

Li Avusturya 29'ê Îlonê de hilbijartina pêşwext çêbû.

Partîya Gel ya Avusturya (OVP) ji sedî 37,5 deng girtibû, lê ew jibo avakirina hikûmetê têr nekir. Partîya Kesk jî bi dengên ji 13,9 bû partîya çaran.

Serokê OVP Kurz jibo avakirina hikûmeta hevbend bi serokê Partîya Kesk Kogler gelek caran civînan çêkir.

Di hikûmeta hevbend ya nû de Kurz dibe serokwezîr, Kogler jî dibe cîgirê wî.

Di hikûmeta Avusturya de 15 wezaret hene û 4 wezaret dikeve bin kontrola Partîya Keskan.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG