Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Avusturya Dê Hemî Kal û Pîran Hember Vîrusa Korona Test Bike


Wezîrê Saxlemî yê Avusturya Rudolf Anschober îro Pêncşemê ragihand ku wek pîvaneke nû ya dijî belavbûna vîrusa korona, ew plan dikin ku hemî kal û pîrên ku li jîyangehên lênerînê dijîn, test bikin.

Wezîr Anschober di preskonferansekê de got ku rêjeya zêdebûna rojane ya bûyeran niha % 9 e, ku ev li Ewrupayê rêjeya herî kêm e.

"Emê di hefteyên pêş de herî zêdetir li ser testkirina tevahîya xebatkar û tevahîya rûniştvanên jîyangehên kalûpîran û navendên lênêrînê bisekinin. Em behsa nêzîkî 130,000 mirovan dikin," Anschober got.

Wî dîyar kir ku kapasîteya çêkirina testan rojane li Avusturya ya bi nifûsa 8,8 mîlyon mirovî ye, ji 10,000 zêdetir e, lê ji 15,000 kêmtir e ku serokwezîr Sebastian Kurz wek armanc destnîşan kiriye.

Anschober herwiha got ku tu dema destpêkirina pêkanîna testan ya li 918 jîyangehên kalûpîran û navendên lênêrînê ne zelal e.

"Tecrubeya navneteweyî nîşan da şûnên ku kal û pîr lê dijîn, cîhên herî bin xeterîyê ne. Kal û pîr û herwiha kesên bi nexweşîyên giranên, herî zêde di bin tehlukeyaa mirinê ya jiber vîrusa korona ne.”

Jîyangehên kalûpîran li welatên mîna Îtalya, Îspanya û Fransa çavkanîyên serekî ya mirinên jiber vîrusa koronê ne.

Hikûmeta Avusturya di raporta mirinên bi sedema vîrusa korona de eşkere dike ku hema hema tevahîya kesên ku mirine ji 65 salî mezintir in.

Avusturya, di tekoşîna diji belavbûna vîrusa korona de, yek ji welatên herî serketî ye.

Dewleta Avusturya bi lezgînî pêngavan avêtibûn û çar hefte berê bar, xwaringeh, firoşgehên nêbingehîn û deverên din yên civînê girtibûn û herwiha ji bîragiştî xwestibû ku li malê bimînin û ji wir bixebitin.

Heya niha hejmera giştî ya mirinên bi sedama vîrusa korona wek 410 hatiye dîyar kirin.

Avusturya roja Sêşemê pîvanên pêşîgir û qedexeyan sist kiribû û park, baxçe û firoşgehên biçûk jinûve hatibûn vekirin.

Hikûmetê ragihandibû ku firoşgehên mezintir û porbir jî dê 1'ê Gulanê vebin.

Hatiye gotin ku rêjeya belavbûna vîrusê were şopandin û heke hewce bike, dê gav bi gav pîvanên rêgir û qedexeyan paşve bixin.

Di heman demê de, hinek deverên ku vîrusa korona pir li wir hatine dîtin yên mîna navendên şemitîna ser berfê y Yên li Ischgl, St Anton am Arlberg û Soelden di bin karantînayê de ne.

XS
SM
MD
LG