Serokwezîrê Avusturya Aleksander Schallenberg îro Duşemê bi rêbera rikeberîya Belarûsê Sviatlana Tsikhanouskaya re preskonferansekê hevbeş darxist.
Aleksander Schallenberg ragihand ku divê Yekîtîya Ewrupa (YE) bo qebûlkirina bi hezaran koçberên ku li ser sînorê YE ya bi Belarûs re asê mane, neyê şantaj kirin.
"Divê YE xwe radestê şantajên Lukashenko nebe. Divê em bi yekîtî û pir zelal bersîva vê êrîşa hîbrîd ya ku ji hêla dewletê ve tê piştgirî kirin ya ser YE' yê bidin," Schallenberg got.
Aleksander Lukashenko, yê ku îdayên YE red dike ku wî krîz gur kiriye, got ku ew naxwaze pevçûnek der-sînor rû bide ya ku dikare bibe sedema şer.
Hevdem, wî dûbare kir ku divê YE hin koçberan qebûl bike û Belarûs yên din paşve bişîne welatê wan.
Li gor ajansa nûçeyan ya Belta ya dewleta Belarûsê Lukashenko dîyar kiriye ku zêdebûna alozîyan dikare bi felaketê encam bide.
"Em rûbirûbûnê naxwazin. Pêdivîya me bi vê yekê nîne. Jiber ku em fêhm dikin ku heke em pir pêşve biçin, dê şer pêk were. Û ewê bibe felaket. Em vê yekê baş fam dikin. Em ti cure ta gurbunê naxwazin," Lukashenko got.
Serokwezîrê Polonya Mateusz Morawiecki hêzên çekdar şandin ser sînor û roja Yekşemê got ku dibe ku krîz bibe destpêka "tişteke pir xirabtir".
Rêbera rikeberîya Belarûsê Sviatlana Tsikhanouskaya jî îro bang li YE kir ku ser Mînskê tundtir bibe.
YE dibêje Belarûs mirovan difirîne û dihêle ku ew ji ser Polonya, Lîtvanya û Letonya re derbazê Ewrupa bibin, wekî tolhildana toleyên ser wî welêtî.
Toleyên dijî Belarûsê jiber ku Lukashenko protestoyên dijî jinûve-hilbijartina wî ya bi pirsgirêk ya sala borî bi zordarîyê têk bir, hatibû ragihandin.
Di Plana ku hefteya borî ya ji hêla Belarûsê ve hatî pêşniyar kirin de, divê welatên YE koçberan qebûl bikin, hevdem Minsk dê 5.000 kesên din paş ve vegerine welatên wan.
Her wiha Lukashenko got ku Belarûs ewê di dawîya vê mehê de firîna duya ya koçberan amade bike.
Li dijî nerazîbûna ji YE Lukashenko îro got ku divê YE israr bike ku Almanya hejmarek ji koçberan werbigire.
Almanya û welatên din, demûdest banga Lukashenko ya dubare, red kirin.
Berdevikekî hikûmetê îro Duşemê got, "Ramana ku ji bo 2000 koçberan korîdora mirovahî ya Almanyayê hwere ava kirin, ne çareserîyeke ye ku ji hêla Almanya û YE ve, were qebûlkirin."