Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî 86 Salan li Ayasofya Nimêja Înê Hat Kirin


Berîya çend rojan ji alîyê dadgeheke Tirk ve statuya Ayasofya (Hagia Sophia) ji muzexaneyê bîbû mizgeft û serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ev biryar pejirandîbû.

Piştî biryara Erdogan jî mizgeft bi Rêvebirîya Karên Olî ya Tirkîyê ve hatibû girêdan.

Bi vê yeke ve girêdayî, piştî 86 salan cara yekê roja Înê bi tevlîbûna Erdogan û 350,000 kesan nimêja Înê hat kirin.

Hem Mizgefta Ayasofya hem mizgeftên derdorê û hem jî qad û kolanên nêzî Ayasofya tijî bûn.

Gelo Stenbolîyên ku îro hatin Ayasofya jibo îro çi difikirin û bo statuya nû ya Ayasofya çi difikirin?

Bahar Gozgoren piştgirîyê dide statuya nû ya Ayasofya û dibêje ku Ayasofya hem sembola standina Stenbolê ye hem jî nîşana desthilatdarîya Tirkîyê ye.

“Em hem li benda vê biryarê bûn jiber vê yekê ez sipasîya serok Erdogan dikim. Ez jibo piştgirîya Devlet Bahçelî jî spasîya wî dikim. Nexweşîya vîrusa korona hebû, lê dîsa jî qerebalixeke pir mezin hebû û rojeke bir xweş û dîrokî bû,” Gozgoren got.

Beşdarekî din yê bi navê Kasim Artug jî got ku mafê Tirkîyê heye ku vê biryarê bistîne.

“Ayasofya jibo me gelek girîng e û jibo ola Îslamê semboleke girîng e. Xwedê ji Erdogan razî be. Ayasofya bi zora şûr hatiye sitandin.”

MEB_24_07_2020_Ayasofya
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:02 0:00

XS
SM
MD
LG