Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ayatullah Alî Sîstanî Serok Trump Rexne Dike


Kesatiyê olî yê mezheb Şîa, yê di asta herî bilind de li Îraqê Ayatulla Alî Sîstanî roja Çarşemê, serokê Amerîka Donald Trump rexne kir.

Sîstanî weke berpirsên din yên Îraqê, debarê gotina Trump ya li ser hiştina leşkerên Amerîkî li Îraqê rexne kir, dema got bû, dê leşkerên me li Îraqê bimînin da ku çavdêriya Îranê bikin.

Ayatullah Alî Sîstanî got, Îraqê li ser bingeha "Têkiliyên belanskirî" ligel hemû cîranên xwe û li gur "berjewendiyên hevbeş û dest nexistina nav karên hevdu" rêzê digire.

Alî Sîstanî Çarşemê, ev axiftin kir, dema nûnera Netewên Yegirtî (UN) Jeanine Hennis-Plasschaert li bajarê Najaf çav pê ketbû, wî got "Îraq rê nade axa wê bû azardana welatek din bihê bikar anîn".

Serokomar Barham Salih û serokwezîrê Îraqê Adil Abdulmahdî dîsan bersiva Trump dabûn, dema di vê hefteyê de got bû, bingeheke Aemrîka ya bi bawer heye li Îraqê, dê lşekerên Amerîkî li wê derê bimînin da ku çavê wan liser Îranê be, ev yek bûye sedema bertek û nerazîbûna berpirsên Îraqê.

XS
SM
MD
LG