Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Beşa Asya Başûr û Navîn ya VOA Ekber Ayazî Koça Dawî Kir


Ekber Ayazî

Ekber Ayazî, dîrektorê Beşa Asya Navîn û Başûr ya Dengê Amerîka (VOA) roja Yekşemê jiber nexweşîya şêrpence koça dawî kir.

Rewişa saxlamîya Ayazî, ku ji heft mehan vir ve şerê dijî kanserê dikir, piştî tûşîbûna enfeksîyona sîpêlkê (kezeba sipî) xirabtir bû û ew paşnîvro ya Yekşemê anku 25’ê Tebaxê koça dawî kir.

Ayazî 65 salî bû û 1 law 3 jî qîz, 4 zarokên wî hebûn.

Seroka Dengê Amerîka Amanda Bennett mirina Ayazî ji malbata wî û ji VOA re wek hindbûneke mezin bi nav kir.

“Ayazî nirxên VOA yên wek afiranderî, pêgirî û hezkirina kar di nav xwe de xwedî dikir. Emê gîş pir berîya wî bikin,” Bennett got.

Cîgirê serokê Beşa Asya Navîn û Başûr ya Dengê Amerîka Eric Phillips, ku roja Şemîyê Ayazî li nexweşxanê dîtibû, got ku Ayazî ne tenê lîderekî hêja, lê hevalekî baş bû. “Mirina wî jibo Beşa Asya Navîn û Başûr û bo tevahîya Dengê Amerîka hindabûneke pir mezin e.”

Serokê Afganî Eşref Ganî jî peyameke sersaxî weşand û Ayazi wek bilindahîya rojnamegerîya Afganî bi nav kir.

"Wî bi zanîna xwe ya dagirtî, li dezgehên girîng yên medyayê kar kir û di ronîkirina civaka Afganî ya bi rêka ragihandinê de, roleke girîng list.”

XS
SM
MD
LG