Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Tirkîyê Cezayê Canan Kaftancioglu Pejirand


Ajansa AFP ragihand ku Dadgeha bilind ya Tirkîyê îro Pêncşemê cezayê zindanê yê Canan Kaftancioglu, seroka rêxistina Stenbolê ya Partîya Gel ya Komarî (CHP) erê kir.

Kaftancioglu ya 50 salî rûbirûyê heta 10 sal cezayê zindan ye û ew bi îdiaya "propogandaya terorîzmê" û “biçûkxistina Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan” tê tawanbar kirin.

Piranîya îdiayên dijî Kaftancioglu jiber twîtên wê yên navbera salên 2012 û 2017’ê ne.

Dadgeha bilind ji sê tawanan cezayê Kaftancioglu pejirand û ewê 11 meh û 20 li zindanê cezayê zindanê erê kir, lê demûdest zelal nebû ku Kaftancioglu wê yekser têkeve zindanê yan na.

Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ji ser Twitterê bang li parlamanterên xwe kir ku yekser ber bi avahîya Stenbolê ya partîya xwe bimeşin.

XS
SM
MD
LG